1. tune ne, heger hebin jî bila xwe dernexînin ta ku nivîskar li ser wan bi hev nekevin û hemû ked û xebata tirşikê bertelef nekin. |
|
14.12.2013 22:25 |
dijber
|
2. hene. lê him hindik in, him hinek jê xef in, him jî zêde nanivîsin. |
|
14.12.2013 22:38 |
simurg56
|
3. nivîskarên ku ji ber taybetiyên xweser ên mêrên kurd xwe deşîfre nakin in. |
|
15.12.2013 01:14 |
brusk56
|
4. nivîskarên ku ne hewce ye xwe biveşêrin. min ne bawer e bi mêrên kurd yên kurdînivîs re taybetiyên xweser ên mêrên kurd, bi teybetî jî abazatî hebê. çima? ji ber ku bi mêrên kurd ê bi nivîsa kurdî bi serê xwe hîn bûne re ew teybetî tune ne yan jî hindik in. perwerdehîya bi zimanê zikmakî li tirkîyê tune, ji ber wê yekê mêrên kurdînivîs xwande ne û ne abaza ne. yersen. |
|
15.12.2013 15:44 |
saladin
|
5. ku nivîskarên jin hebe bila xwe derxin holê. ji ber ku kesî xwe dernexistî ye holê em dibêjin qey nivîskarên jin nîn in û bê eyb û fedî em tiştên nayê nivîsandin dinivîsînin. banga min bo we: de zû derkevin an tirşikê biherime! * |
|
26.02.2014 21:00 |
mergehez
|
6. ku eger diyojen nivîskarê tirşikê biya, nîvrojê destê wî de find yê li nivîskarên jin bigeriya* |
|
29.03.2014 07:06 |
kevçiyê dil
|
7. wer xuya dike ku hejmara wan pir kêm in. agahîyen îstatîstîkî jî tuneye ku yên meraq dikin lê binerin. ev jî yek ji kêmasîyên tirşikê ye. |
|
22.04.2014 20:57 |
rûbar payîz
|
8. hene, tunene an jî kêm in, zêdene nizanim. lê di her rewşê de divê xwe eşkere nekin. ji ber ku encama tecrûbe ya brusk56 di holê de ye. bnr: |
|
23.04.2014 00:25 |
nazim tolhildan
|
9. ew nivîskar in ku ji nivîskarên mêr ên tirşikê jî bêxirettir û teraltir û sersartir û populîstir in.. |
|
08.03.2015 21:04 |
ferhenga şikestî
|
10. (bnr: ka li ku ne xalo) ? |
|
08.03.2015 21:17 |
xendekî
|
11. (bnr: te got jin) |
|
08.03.2015 21:23 |
vêca çiyeeee
|
12. nivîskarên li gorî îstatîstikên tirşikê îro 94 kes in. |
|
14.07.2015 12:26 |
berxweda
|
13. hebin an tunebin xwedê bi zanibe. awê ez zanim û ku ez ne şaşbim elegezeka bi hezar jina heye. |
|
14.07.2015 14:54 |
shorbevan
|
14. berê hejmara wan kêm bû, me digot gelo çima kêm e û sedema vê kêmbûnê çi ye gelo filaaan. lê niha çend nivîskarên jin aktîf in. naxwazim ji bo hemû jinan tiştinan bêjim çimkî her jin ne wek nivîskarên jin ên tirşikê ne. |
|
22.04.2016 02:40 |
mergehez
|
15. Tune ne! |
|
30.03.2020 14:17 |
brzn
|
brusk99 [2] |
|
hêklo meklo [1] |
|
payîzava [2] |
|
kylian mbappé [1] |
|
zwilling [2] |